Eyad Elawî hisyarî da: Sedemên serî hildana terorê wekî xwe mane

Eyad Elawî hisyarî da: Sedemên serî hildana terorê wekî xwe mane

PeyamaKurd - Serokê Îtîlafa Niştimaniya Iraqê Eyad Elawî daxwaz kir, paşvekêşana artêşa Iraqê û dagirkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê were lêkolînkirin û got, “Hîn sedemên serî hildana terorê li Mûsilê wekî xwe mane.”

Eyad Elawî li ser hesabê xwe yê twitterê hişyarî da û got: “Mixabin heta niha sedemên serî rakirina terorê wekî xwe mane.”

Eyad Elawî herwiha daxwaz li rêveberiya Iraqê kir ku li ser sedemên ketina Mûsilê lêkolîn bê kirin û gotd, divê nexşerêyeke Iraqê ya temamî ku hemû pêkhateyan vehewîne bê amadekirin û li dijî serî rakirina terorê rêgirî bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin