PeyamaKurd – Mahmûd Abbas diyar kir ku ew dixwazin piştî şer bi dawî bibe careke din rêveberiya Xezzeyê bi dest bixin.
Serokê Meclisa Rêvebiriya Xweser a Filistînê li Şerîeya Rojava Mahmûd Abbas daxuyaniyeke balkêş da.
Abbas got ku ew dixwaze piştî bidawîbûna şer careke din desthilatdariya Xezzeyê bigire dest.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Abbas, têkildarî çareseriya du dewletan de wiha got:
"Em di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh de hemû berpirsyariyên xwe hildigirin ser milê xwe. Ger çareseriya du dewletan pêk were, em dikarin Xezzeyê wekî beşek ji dewleta Filistînê ya serbixwe ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, bixin bin kontrola xwe."
Piştî şerê Îsraîl û Hemasê, di van rojên dawî de têkilî û nîqaşên tund hatin kirin ku dê kî rêvebiriya Xezzê bigire dest. Amerîka dixwaze ku rêveberiya Filistînê jî di derbarê siberoja Şerîda Xezzeyê de di nav şêwirên xwe de cih bigire. Lê belê piraniya Filistîniyan qebûl nakin ku Abbas bi alîkariya Îsraîlê desthilatdariya li zîvala Xezzeyê bigire dest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin