"Ez encamên hilbijartinê qebûl dikim"

"Ez encamên hilbijartinê qebûl dikim"

PeyamaKurd - Namzedê Serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înce got, "Ez encamên hilbijartinê qebûl dikim."

Înce di daxuyaniya xwe de wiha bangî Recep Tayyîp Erdogan kir, "Birêz Erdogan, êdî bibin serokomarê me hemûyan, her kesî hembêz bikin. Heke ez bihatama hilbijartin minê wisa bikira."

Înce der heqê îdiayên ku gef lê hatiye xwarin de jî wiha got, "Kesî gef li min nexwar, yê ku wê gefê li min bixwe jî hê nehatiye dinyayê."


Înce wiha axivî, "(CHP) Heger ji min re bêjin 'derbas be, bide pêşiya me' ez amade me ku bidim pêşiyê."

Înce bal kişand ku di navbera zabitnaneyên wezîfedarên wan û yên Lijneya Hilbijartinê da ferqeke cidî tuneye û wiha got, "Ji bo me encamên hilbijartinê yên rastîn hejmarên di van zabitnameyan de hatine nivîsandin in. Di zabitnameyên ku wezîfedarên me gihandin me û hejmarên ku Lijneya Hilbijartinê eşkere kirin de cudahiyeke watedar tune."

Muharrem Înce diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne û wiha got, "Ji bo têkoşînê pêwîst nake ku mirov parlamenter be. Jixwe min 16 salan parlamenterî kir. Ji bo têkoşînê rêyên cuda hene. Mirovekî ku tevlî kadroyên siyasî bûye, dikare rêya têkoşînê bibîne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin