Heyetên Tirkiye û Îranê li deriyê Sêro hatin cem hev

Heyetên Tirkiye û Îranê li deriyê Sêro hatin cem hev

PeyamaKurd- Heyetên Tirkiye û Îranê li deriyê Sêro (Esendere) yê bi ser navçeya Geverê ya Hekkariya ve hatin cem hev. Li gor ragihandina parêzgeha Hekkariya; parêzgerê Hekkariya bi heyeta xwe ve çû deriyê Sêro û bi heyeta Îranê ya di bin serokatiya Komîserê sînor yê bajarê Urmiyê albay Elî Elîpûr re civiya.

Mijara civîna wan li ser ewlekariya sînor, bazirganiya sînor û çareseriya wan bû. Biryarên ku hatin dayîn bi awayeka peyman a nivîskû ji aliyê her dû aliyan de hatin îmzekirin.

Kesên ku ji aliyê Tirkiyê de beşdarî civînê bûn, parêzgerê Hekkariya, qeymeqamê Şemzînanê, fermandarê tugaya sînor, rêvebirê asayîşa Hekkariya, fermandarê alaya cendirmeyan yê Hekkariya, fermandarê alaya sînor ya 7 an, Mudirê gumrikê û bazirganiyê yê herêma rojhilata Anedolê û rêvebirê daîra koçberan yê parêzgehê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin