PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat li bajarê Wanê bi rayedarên Oda Sanayî û Bazirganiyê re civiya û di civînê de li ser rêjeyên îtxalat û îxracata bi Îranê re axifîn. Li ser pirsgirêka deriyên di navbera Tirkiyê û Îranê de wezîr Bolat got:
“Karên di deriyê Gumrikê ya Kapıköy a Wanê de, deriyê Agiriyê yê Gurbulakê û deriyê Esendere ya Hakkariyê de dewam dikin û ti astengî nîne. Karên nûkirina deriyan û xebatên bazirganî dewam dikin.”
Wezîr Bolat di civîna ku li Oda Sanayî û Bazirganiyê de hat kirin de behsa bazirganiya meha Adarê ya doneyên îxracata derve kirin û wezîr paşî çû deriyê gumrikê yê Kapıköyê. Bolat li wê derê weha got:
“Her tişt başe û dimeşe. Karên barhilgirtinê, yên rêyên hesin, gihandina bar û rêwiyan, di çûn û hatina geştiyaran de kêmasî nîne… Deriyê Kapıköy yek ji wan deriyaye ku nûjenkirina derî dewam dike. Li dora 20 deriyên me hene û di nav 23 salan de me hemûyan nûh kiriye…
Piştî agirbes bibe û di pêvajoya aştiyê de, wê barê deriyê Kapıkoyê zêde bibe. Di deriyên Esendere û Gurbulakê de çûn û hatina normal dewam dike. Di çarçova agahiyên me ji hevalên xwe sitendiye, me kiryarên dê bên kirin ji wan re got.”