PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Sipî civîna çapemeniyê lidarxist û behsa aşiya koronavîrusê kir. Trump got ku heya meha nîsanê ew ê bibin xwediyê aşiya koronavîrusê û wê têra temamê Amerîkayiyan bike. Piştî aşi temam bike, wê leşker dest bi belavkirina aşiyan bikin.
Yek ji nûnerên Trump yê koronavîrusê Scott Atlas ragihand ku nûfûsa Amerîkayê 328 mîlyone, heya dawiya salê wê 100 mîlyon doz aşi û di 3 mehên ewilî yên sala 2021an de 700 mîlyon aşi bo bikaranînê amade be.
Trump berê gotibû ku dê aşi bo Amerîkayiyan belaş be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin