Johnson: Fermana jehrê Putin bi xwe daye

Johnson: Fermana jehrê Putin bi xwe daye

Wezîrê karê derve yê Brîtanyayê  Johnson li ser mijara jehrdayîna sîxurê dualî Sergey Skripal ku bi jehrê mir, got: "Fermana jehrdanê Putin bi xwe da.”

Casûsê Rûsa Sergey Skripal û keça wî li Brîtanyayê bi xaza Noviçokê jehrê dane wan û mirin. Brîtanya jehrê xiste aliyê Rûsyayê û krîzeka mezin di navebra wan de derket.

Wezîrê karê derve yê Brîtanyayê Boris Johnson got weka ku ferman ji Putin hatiye û armanca wî ew e ku leke bixe aliyê Brîtanyayê. Johnson weha dewam kir:

“Êrîşa xaza asabiyetê (sînîr) Rûsya bi xwe birêvebiriye. Li hemberê xelkê Rûsyayê ti pirsgirêkeka me tine ye. Pirsgirêka me bi Putin û Kremlînê re ye.”

Li ser vê mijara jehrdayînê serokwezîra Brîtanyayê May ragihandibû ku wê 23 dîplomatên Rûsyayê ji Brîtanyayê bên derxistin û krîza wê hêj dewam dike..

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin