Amerîka û Heyder Ebadî raghandin ku planeka wan heye bi qedeme hêzên Amerîka ji Iraqê vekişin lê Hîzbûllaha Iraqê got ku ew her dem dikarin li dijî Amerîkayê şer bidin destpêkirin.
Ebadî weha dewam kir: “Me grûbên terorê mexlûb kiriye lê tevî em sînorê Sûriyê diparêzin, tehdîda li dijî me dewam dike. Bo em tevgerên grûbên terorî bişopînin, pêdiviya me bi alîkariya hêzên hewayî yên navdewletî heye.”
Berdevkê leşkerî yê Hîzbullaha Iraqê Cafer El Huseynî bo çapemeniyê ragihand: “Her dem dibe ku şer li dijî hêzên Amerîka yên Iraqê destpêbike. Wê vê carê navbeynkarî jî fêde nede Amerîkayiyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin