Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ‘Roja Ziman û Çanda Tirkmenî’ pîroz kir

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ‘Roja Ziman û Çanda Tirkmenî’ pîroz kir

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi peyamekê li ser navê hikûmetê Roja Ziman û Çanda Tirkmenî ya pêkhatiyên Kurdistanê pîroz kir.

Adil peyamek bi boneya ‘Roja Ziman û Çanda Tirkmenî’ ji Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji Pêkhateyan berpirsiyar Aydin Marûf ê ji pêkhateya Tirkmen re şand.

Cotyar Adil di peyama xwe de wiha got, “Bi boneya roja ziman û çanda Tirkmenî hemû birayên xwe yên Tirkmen pîroz dikim. Em hêvîdarin biratiya me ji bo hemû pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê bi sedema hezkirin, aştî û aramiyê. Em hêvîdarin bihevre welatê xwe bigihînin aramiyê û em hemû ligel hev bextewar û serkeftî bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin