8 rêvebirên Boko Haramê hatin girtin

8 rêvebirên Boko Haramê hatin girtin

PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê 8 rêvebirên rêxistina Boko Haramê yên di asta bilind de hatin girtin. Berdevkê artêşa Lagosê Olu Irefin bi nivîskî ragihand ku li bakûrê welatê Nîjeryayê operasyona bi navê "Crocodile Smile" ku dihat kirin, di operasyonê de 8 kesên di asta bilind de,ji rêxistinê hatine girtin. Di operasyonê de muhîmateka zêde jî bidest xistine.

Rêxistina Boko Haram ji sala 2000 û vir de li Nîjerya û li Çadê gelek êrîşan dike û heya niha di êrîşan de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin