PeyamaKurd - Îro Duşemê demek berê li hejmarek herêmên navbera parêzgehên Hewlêr û Neynewayê erdhej çêbû.
Navenda Cîhanê ya Çavdêriya Erdhejê ragihand ku erdhej bi tundiya 4.9 bi pîvera Richter li navçeya Kelek û Giwêr ên di navbera Hewlêrê û Neynewa de rû da.
Li navenda bajarê Hewlêrê û beşek ji parêzgeha Kerkûkê hest bi erdhejê hate kirin.
Derbarê ziyanên erdhejê de, hîn ti agahiyek nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin