PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 131 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ti wefat çênebûne.
Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 131 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 53 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê, 3 kes li Germiyanê û 6 kes jî li Raperînê ne.
Hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 80 kes ji nexweşiya vîrusa koronayê baş bûne ku ew jî 40 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 22 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî yên Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 107549
Mirin: 3504
Başbûn: 102843
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin