Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê bîlançoya sûcên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yê di 3 salan de li Efrînê kirine, eşkere kir.
Rêxistinê da zanîn, artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê, li Efrînê zêdetir 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê koçber kirin.
Piştî dagirkirina Efrînê dest bi guhertina demografya wê hat kirin û heta niha jî guhertin berdewam dike.
Rêxistinê destnîşan kir, dagirkeran zêdeyî 400 hezar kesên ji derve li gund û navçeyên Efrînê bi cih kirin.
Navên cih û deveran hatin guhertin û zimanê Tirkî hat ferzkirin.
Rêxistinê diyar kir, dagirkeriya Tirkiyê navên qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê guhertin û hat gotin: “Navê Qada Azadî kir Qada Ataturk, navê Çerxerêya Newroz kir Selahedîn, navê Çerxerêya Wetanî kir 18ê Adarê û navê Çerxerêya Kawayê Hesinkar kir Şaxê Zeytûnê.”
Herwiha navê gelek gundan jî hatin guhertin û navên Tirkî li wan hatin kirin û perwerdeya bi zimanê Tirkî li dibistanan ferz kir û alên Tirkiyê li cihên xwendekaran xistin.
Li aliyê din hat eşkerekirin, li hemû herêmên ku dagirkirî, welatiyan neçar dikin ku nasnameyên Tirkî derxin.
Tirkiye û çekdarên wê, li Efrînê bi hêcetên cuda rojane, welatiyan direvînin û fîdye li ser wan ferz dikin.
Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn -Sûriyê destnîşan kir, dagirkeran di nava 3 salan de zêdeyî nêzî 8 hezar sivîl revandine û aqûbeta zêdeyî nîvê vê hejmarê ne diyar e.
Rêxistinê bal kişand ser sûcên ku dagirkeran li dijî jinan pêk anîne û diyar kir, 83 jin hatine kuştin, 5 jinan xwe kuştine û destdirêjî li 70 jinan hatiye kirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dagirkeran di nava sê salên dagirkeriyê de, nêzî 650 sivîl kuştin.
Hat eşkerekirin, ji wan 500 ji ber topbaranê, 82 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Hat diyarkirin, piraniya wan jin û zarok 705 kesên sivîl jî birîndar bûn.
Dagirkeran tevî kuştin û revandinê xwezaya Efrînê jî bê navber talan û wêran kirin.
Rêxistinê da zanîn, destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha, dagirkeran 327 hezar darên zeytûnê û darên din jê kirin û şewitandin û herwiha dest danîn ser bi hezaran malên sivîlên ku hatine koçberkirin.
Rêxistinê herwiha bal kişand ser wêrankirina cih û deverên dîrokî yên li Efrînê û hat diyarkirin, pirraniya girên dîrokî hatin kolandin û talankirin, 28 cihên dîrokî û embar hatin wêrankirin, zêdetirî 15 tirbên olî hatin rûxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin