PeyamaKurd - Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Kerecan li ser navê hikûmeta Tirkiyê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nîşan da û got, “Herêma Kurdistanê ji bo me dost û bazareke girîng e ji bo veberhênanê û ji bo pêwendiyên dîplomatîk li navçeyê.”
Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Kerecan ji malpera KDP.infoyê re ragihand: “Em piştevaniyê li hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Mesrûr Barzanî dikin û em hêviya serkeftinê jê re dixwazin. Pêwendiyên di navbera me de ji aliyê siyasî û abûrî û dîplomatîk de bihêz in û di qonaxa bê de dê ew pêwendî geştir bibin û me ev yek ji birêz Mesrûr Barzanî û hikûmeta wî re jî gotiye.”
Hakan Kerecan diyar kir: “Em bi beşdariya mezin a pêkhateya Turkman di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kêfxweş in. Dana kursiyên hikûmetê bi pêkhateyan, aştî û demokrasiya Herêma Kurdistanê bihêztir dike û Herêma Kurdistanê dike mala hemû pêkhateyan.”
Konsulê Tirkiyê wiha pê de çû: “Emê berdewam bin li ser bilindkirina asta tevgera bazirganî ligel Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de. Herêma Kurdistanê ji bo me dost û bazareke girîng e ji bo veberhênanê û ji bo pêwendiyên dîplomatîk li navçeyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin