PeyamaKurd – Konferansa "Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji aliyê jûrên bazirganî û pîşesaziyê yên Amerîka ve tê lidarxistin.
Bi beşdariya berpirsên bilind ên Amerîka, Herêma Kurdistanê û kompanyayên Amerîka yên ku li Herêma Kurdistanê weberhênanê dikin, îro û sibê di Konferansa "Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" de dicivin.
Di konferansê de guftûgo li ser çawanîya geşepêdana aboriyê li Herêma Kurdistanê, derfetên weberhênanê li Herêma Kurdistanê, girîngiya ewlekariya xwarekê û paşeroja pêwendiyên Amerîka û Iraqê di warê de enerjiyê de tê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin