Kurdistan | 10 kesan ji koronayê can da û 653 kesên din pê ketin

Kurdistan | 10 kesan ji koronayê can da û 653 kesên din pê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 653 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 10 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya îro 2yê Hezîranê ya Wezareta Tenduristiyê de hat gotin, di 24 demjimêrên borî de 653 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 121 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 250 kes li Duhokê, 47 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Wezaretê eşkere kir, di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Herwiha wezaretê diyar kir ku di 24 demjimêran de 781 kes jî baş bûne  ku 268 kes li Hewlêrê, 214 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 17 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 171284 kesan, ya mirinan bû 4295 kes û heta niha 157833 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin