PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, karê sereke yê hikûmeta xwe ragihand.
Nûnerê Iraqê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Behrilum, li Konseya Ewlekariyê ya NY peyama Serokwezîrê Mistefa Kazimî xwend.
Li gorî peyama Mistefa Kazimî, hikûmeta Iraqê rijd e li ser dabeşkirina mûçe û qerebûkirina kesûkarên şehîdan û birîndarên xwepêşandanan.
Di peyamê de Kazimî ragihandiye ku karê serekî yê hikûmeta Iraqê zêdekirina hewldanên hember vîrusa korona û darijandina reşnivîsa budceya giştî ya îstisnayî ya Iraqê ye ji bo tekoşîna hember krîza darayî.
Parlamentoya Iraqê 6ê Gulanê piştî demeke dirêj bi piraniya dengan bawerî dabû kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin