PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî îro seredana kampa Qadya ya penaberab li Şengalê kir û ragihand ku ew dixwazin pirsgirêka ewlekariya devera Şengalê çareser bikin. Kazimî got ku divê parastina devera Şengalê ji aliyê xelkê Şengalê de bêkirin.
Kazimî got ku ew bo çareseriya ewlehiya deverê bi rêvebirên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan kiriye û bo penaberên deverê dagerin ser mal û milken xwe dê bixebite. Serokwezîr her weha got ku ew seredana qurbaniyên Behdînanê kiriye û weha got:
“êş û azara di enfalê de, êş û azara Iraqê û temamê mirovahiyê ye. Bo careka dinê kes vê êş û azarê nejî, divê me ji vêya ders bistînin."
Li ser seredana xwe ya bo Herêma Kurdistanê jî Kazimî weha ragihand:
“Ev seredan nîşanekî xurte ku em amadene bo çareseriya pirsgirêkan û bingeheka saxlem bo têkiliyên navbera hukumeta federal ya Iraqê û Herêma Kurdistanê deynin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin