Eyad Ellawî: Madem DAIS nema bila Hesda Seibî jî were hilwesandin

Eyad Ellawî: Madem DAIS nema bila Hesda Seibî jî were hilwesandin

PeyamaKurd - Serokê Tifaqa Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî, ji radyoya erebî ya Sawayê ku girêdayî Wezareta Derve ya Amerîka ye re got, madem DAIŞ nema bila Heşda Şeibî jî were hilweşandin.

‘DAIŞ NEMA, BILA HEŞDA ŞEIBÎ WERE HILWEŞANDIN’

Siyasetmedarê îraqî Eyad Ellawî sedema vê daxwaza xwe jî wiha eşkere kir, “Heşda Şeibî bo şerê rêxistina terorê ya DAIŞê hatibû avakirin, niha jî DAIŞ nemaye ji ber wê jî bila Heşda Şeibî were hilweşandin.”

‘BI HILWEŞANDINA HEŞDA ŞEIBÎ RE IRAQ DIBE WELATEKÎ SIVÎL’

Eyad Ellawî herweha got, bi hilweşandina Heşda Şeibî re Iraq dibe welatekî sivîl.

Hêzên Heşda Şeibi ku Îran piştgiriya wê dike, dibêje ku hêzên amerîkî li îraqê ‘dagirker’in û divê wî welatî biterîkînin.

Ji aliyê din ve nûnerên siyasî yên Heşda Şeibiyê jî ji bo ku biryareke di vî warî de derkeve li parlementoyê di nava hewildanan de ne.

Heşda Şeibî di sala 2014an de piştî ku DAIŞê li Îraqê gelek dever kontrol kirin, Serokê Olî yê Şiîyên îraqê Alî Sîstanî ve hatibû damezirandin û Di 26ê Mijdara 2016an de bi biryarnameyeke qanûnî bi fermî bû yek ji pêkhateyên hêzên parastinê yên Îraqê.

Heşda Şeibî her çiqas girêdayî Artêşa Îraqê be jî, ji ber nêzîkatiya Îranê serbixwe tevdigerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin