Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 11 welatiyên din revandin

Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 11 welatiyên din revandin

PeyamaKurd – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 11 kes ji gundên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarên Polîsa Serbazî do, 30ê Tebaxê bi ser gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê de girt û 6 gundî revandin, ji nava wan 3 kesên temen mezin hene.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Kemal Şêxo (80 salî), Ebdulrehman Sîdo (80 salî), Ebdulrehman Reşo (75 salî), Rustem Rîhanê (45 salî), Hemze Reşo (45 salî) û Ehmed Reşo (40).

Herwiha rêxistinê diyar kir, komên çekdaran di 2 mehên borî de zêdetir ji 15 kesan ji gundê Çolaqa revandin û piştî bi neçarî pere ji wan standibûn, ew berdabûn.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, komeke çekdar pêr 29ê Tebaxê kesek bi navê Selah Birîmo ji gundê Kûra yê navçeya Reco revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Amaje bi wê jî da, koma Emşat roja 15ê Tebaxê 4 kes (Esed Elo, Malşîn Elo, Ebdo Mihemed, Mihemed Hiso) ji gundê Mistika yê navçeya Şiyê revandin û piştî ji her kesekî 1200 – 2000 Lîreyên Tirkî standin, berdan.

Ev di demekê de ye, Rêxistina Mafên Mirovan pêr belav kiribû, komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, di du mehan de zêdetir ji 160 welatiyên Kurd ji Efrîn û gundên wê revandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin