PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberên Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ve hat ragihandin ku di sala 2021ê de rêjeya tawanên nefretê yên li Amerîkayê, li gorî salen borî zêdetir bûne.
Di daxuyaniya FBIyê de hat diyarkirin ku tawanên nefretê yên ku ji polîsên Amerîkayê re hatine ragihandin, li gorî sala 2021ê ji % 11,6 zêde bûne.
Hat diyarkirin ku bûyerên tawanên nefretê yên ku bi fermî hatine ragihandin, li seranserê welêt di 2020î de 8,120an bûye û di sala 2021ê de gihîştiyê 9,655an.
Li gorî vê di sala 2021ê de 12 hezar û 411 kes bûne mexdûrên tawanên nefrete û ji % 64,5ê mexdûran ji ber nijad, etnîsîte û bav û kalên xwe, ji % 15,9 ji ber tercîhên xwe yên zayendî û ji % 14,1 jî ji ber ola xwe bûne mexdûrên tawanên nefretê.
Li gorî daneyên sala 2021ê, ji % 43,2yê mexdûran rastî gefan, ji % 35,5 êrîşên sade û ji % 20,1 jî rastî êrîşên giran hatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin