FBIyê ji bo serê Monica Witt 200 hezar dolar xelat danî

FBIyê ji bo serê Monica Witt 200 hezar dolar xelat danî

PeyamaKurd - Buroya Lêkolînê ya Federal a Amerîkayê (FBI), ji bo girtin an jî agahdarkirina li ser cihê Monica Witt, xelateke mezin a pereyan ragihand.

Witt ku wekî karmendeke berê ya dij-sîxurî ya Hêza Asmanî ya Amerîkayê (USAF) kar dikir, bi tawanbariya sîxuriya ji bo Komara Îslamî ya Îranê tê sûcdarkirin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya FBIyê, Monica Witt di sala 2013an de reviyaye Îranê û ji wê demê ve agahiyên pir giring û hestiyar ên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê radestî Tehranê kirine.

Tê îdiakirin ku van agahiyan jiyana gelek karmendên asayîşê yên Amerîkayê û malbatên wan xistiye nav metirsiyeke mezin.

Herweha hat destnîşankirin ku Witt alîkariya rejîma Îranê kiriye daku hevalên wê yên berê yên di saziyên hikûmetê de xebitîne rasterast werin hedefgirtin û êrîşên sîber li ser wan werin kirin.