Felaketa erdhejê: Hejmara miriyên Venezuelayê zêde dibe

Felaketa erdhejê: Hejmara miriyên Venezuelayê zêde dibe

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama erdheja bi pileya 7,5 a li welatê Venezuelayê de ku doh rû dabû, hejmara miriyan her diçe zêdetir dibe.

Du erdhejên peyhev ku li 160 kîlometre dûriya rojavayê paytext Caracasê rû dan, li welêt bûn sedema xisareke mezin.

Li paytextê gelek avahî hilweşiyan û bi sedan kes di bin kavilan de man. Li gorî zanyariyên dawî heta niha herî kêm 164 kes mirine û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne.

Li gelek herêman xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin ku tê texmînkirin gelek kes di binê kavilan de mabin.

Tê gotin ku dibe hejmara qurbaniyan di navbera 10 hezar û 100 hezarî de be.