Fermandarê CENTCOMê dijî biryara Trump derket û got...

Fermandarê CENTCOMê dijî biryara Trump derket û got...

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel li ser biryara vekişîna ji Sûriyê bertek nîşanî Trump da û got, “Wekî ku kulmek li aşika min dane hîs dikim.”

Peyamnêrê Fox News a Amerîkî Jennifer Griffin, belav kir ku Fermandarê CENTCOMê li ser biryara Trump gotiye, “Wekî ku kulmek li aşika (mîde) min dane hîs dikim.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis jî ji ber biryara vekişînê îstifa kir. Herwiha Şêwirmendê Asayişa Netewî John Bolton û Wezîrê Derve Mike Pompeo jî di nav de gelek rayedarên Amerîkî li dijî biryara Trump derdikevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin