PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) xaka dawî ya di destê DAIŞê da, Baxozê kontrol kir û serkeftina xwe ragihand, bi hezaran endamên rêxistina terorî radest bûn.
Yek ji van terorîstan jî fermandarê berê yê DAIŞê Ebu Mansur el Mexrîbî ye ku di dema ‘xîlafet’a DAIŞê da weke ‘emîr’ kar kiriye.
Mexrîbîyê ku demekê di girtîgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da maye, bi darvekirinê tê dadkirin.
Mansur el Mexrîbî derbarê peywendîyên Tirkiye-DAIŞê ji birêvebira Navenda Lêkolînên Tundrewîyan (ICSVE)û profesorê Zanîngeha Georgetown Anne Speckha ra axivîye û dîyar kirîye ku hinek jê li Enqerê, DAIŞê çendîn caran bi îstîxbarata Tirkîyê ra gotubêj kirine.
‘Balyozê DAIŞê yê Tirkîyê’
Prof. Speckhard Ebu Mansur el-Mexrîbî weke ‘Balyozê DAIŞê yê Tirkîyê’ eşkere kirîye ku îstîxbaratkarekî li Enqerê jê ra gotîye Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dixwazê hevdîtinekê pê ra pêk bîne.
‘Em bi rehetî ji sînorê Sûrîyê derbasî Tirkîyê dibûn’
El Mexrîbî amaje dike ku endamên rêxistinê bi rehetî dikarin sînorê Tirkîyê û Sûrîye bi kar bînin, “Ji bo em bikaribin şervanê xwe bibin nexweşxaneyên Tirkîyê me guftûgo kirin. Qencîyek dikirin û li pasaportên birîndaran nedinerîn. Derîyekî her tim vekirî bû. Eger ambûlanseke me hebûya teqez me sînor derbas dikir. Ji Tirkîyê bi hesanî em dikarin derbasî gelek deveran bibin. Nasnameya fermî nedipirsîn. Bi tenê dixwestin em wan agahdar bikin.”
‘Ditirsîyan ku kurd bibin yek û dewletekê damezirînin’
Fermandarê navhatî dibêje Tirkîyê dixwest Rojavayê kontrol bike û ragihand ku gelek caran rasterast bi rêxistina îstîxbarata Tirkîyê (MIT) ra civîn pêk anîne, “Me bi MITê ra civîn pêk dianîn. Ditirsîyan ku kurd bibin yek û dewletekê damezirînin. Ji ber ku endamên NATOyê bûn, nedixwestin NATOyê bixeyidînin lê dixwestin kurdan tune bikin. Ji ber vê jî ji DAIŞê îstîfade kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin