Rojnameya Almanî Stuttgarter Zeitung di gotara xwe de nêrînên xwe yên li ser Operasyona Efrînê diyar kirin û got, Tirkiyê huqûqa navneteweyî û mafên mirovan binpê kirine. Ji bo vê yekê jî, tenê rêyek heye. Ew jî ew e ku em Tirkiyê ji Natoyê derxin. Erdogan û Tirkiye tenê ji vî zimanî fêhm dikin.
Stuttgarter Zeitung wiha dewam kir: Serokên dewletên endamê NATOyê ji dil li dijî operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê derneketin. Qene ambagoyek jî nedanîn serê. Di dilê xwe de dibêjin ku NATO li nirxên demokratîk xwedî derdikeve. Êdî ji bo van baweriyan şek û şubhe çêbûne. Divîbû ku NATO bi dengekî bilind operasyonên Tirkiyê şermezar kiribana. Erdogan, tenê ji vî zimanî fêhm dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin