PeyamaKurd - Firokeyên şer ên Hêza Asmanî ya Urdinê başûrê Sûriyê bombebaran kirin û di encamê de 7 kes hatin kuştin.
Hikûmeta Sûriyê îdiayên Urdinê yên li ser hebûna "hevahengiyê" red kir û wekî bertek deriyê sînorî yê Nesîbê girt.
Rêveberê Tenduristiyê yê Der’ayê Dr. Xalid Umyan ragihand ku di êrîşan de 3 zarok, jinek û kalek jî di nav de 7 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Şamê destnîşan kir ku êrîş bêyî hevahengiyeke pêşwext pêk hatiye û li ser vê yekê Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî biryar da ku deriyê sînorî yê Nesîbê bi temamî were girtin.
Ev operasyon piştî wê yekê hat ku artêşa Urdinê ragihandibû ku wan ji bo "tolhildana" êrîşa li ser dêra li parêzgeha Kerekê pêgehên li başûrê Sûriyê armanc girtine.