Guterres: Hejarî û birçîbûneke zêde li ber derî ye…

Guterres: Hejarî û birçîbûneke zêde li ber derî ye…

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Birleşmiş Antonio Guterres, bal kişand ser ku dibe ji ber pandemiya koronayê li Afrîkayê hejarî û birçîbûneke zêde xwe bide der û banga hevkariyê kir.

Li demeke ku tirs heye welatên Afrîkayê bibin navenda nû ya belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Birleşmiş Antonio Guterres, hişyarî dan.

Guterres metirsiya ku korona li seranser cîhanê hejarî û birçîbûnê bi xwe bîne anî ziman û bi taybet ji welatên Afrîkayê got, “Pandemî gefeke dijwar e li ser Afrîkayê. Wê nebûna wekheviyê li Afrîkayê bibe sedema birçîbûn, kêmxwarin û bêperastina li hember nexweşiyan.”

Guterres hişyarî da ku pandemiya koronayê hîn li Afrîkaya di qonaxa destpêkî de ye û dibe bilez bibe sedema hilweşînê li wan welatan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin