Fransa | Bîlançoya protestoyan hat eskerekirin

Fransa | Bîlançoya protestoyan hat eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Navxweyî ya Fransayê derbarê protestoyên ji 17ê Mijdarê ve bi sedema bihayî û zêdekirina bihayê sotemeniyê li seranserê welêt berdewam dikin, daxuyanî da.

Wezaretê ragihand ku di protestoyan de, li paytext Parîsê 10 hezar kes bi tevahî 136 hezar kesan beşdarî kiriye, 8 ji wan polîs 263 kes di bûyeran de birîndar bûne û 630 kes jî hatine binçavkirin.

Di xwepêşandanên roja Yekşemê de jî 22 ji wan hêzên ewlekariyê 43 kesan birîndar bûn û 424 kes jî hatin binçavkirin.

Di xwepêşandanên heta niha berdewam dikin de, 2 kesan can daye.

Wezaretê herwiha da xuyakirin ku dê hejmareke mezin a protestokaran werin dadgehkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin