PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Le Drian ji radyoya RTL re axivî û ji ser radyoyê bang li Serokê Rûsyayê Pûtîn kir, da ku destwerdanê di rewşa li ser sînorê Belarûs-Polandayê bike û zextê li Mîskê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian da zanîn, ew bi hêvî ne ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn destwerdanê di rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs-Polandayê asê mane bike û zextê li Mînskê bike.
Le Drian da zanîn: “Têkiliyên nêzîk ên Pûtîn bi (Serokê Belarûsê Alexandr Lukashenko) re heye, pêdivî ye ku rêyên cûrbecûr di destê wî de hebe ku bersivê bide vê rewşê, zextê li Minskê bike, çi dîplomatîk û çi din, ji ber ku ew her du welatan bi dîrok, cîrantî, aborî û siyasî ve girê dide. Serok Pûtîn, soza destwerdanê daye û ez hêvî dikim ku bike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, duşema borî Pûtin û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron, pêwendiyeke telefonî pêk anîn. Di daxuyaniya Qesra Elysee ya di derbarê hevdîtinê de hat eşkerekirin, ku Macron û Pûtîn ji bo kêmkirina krîza koçberiyê ya li ser sînorê Polanda û Belarûsê li hev kirine ku bi hev re bixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin