PeyamaKurd - Wezareta Navxweyî ya Fransayê derbarê êrîşa bi çek a şevê din ya bi ser bazara Noelê de ku li bajarê Strasbourgê pêk hat daxuyanî da.
Wezîr Christophe Castaner ragihand, di êrîşê de 3 kesan can daye û 12 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Navxweyî hişyariyeke cidî ya ewlekariyê da hemwelatiyan û xwest li bajêr ji malên xwe dernekevin.
Wezîr Castaner eşkere kir ku yek ji êrîşkaran kesê 29 salî yê bi navê Sherif Chekatt, bi birîndarî hatiye girtin ku bi navê ‘Fiş S’ lê digeriyan. Lê belê êrîşkarekî din yê bûyerê hîn nehatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin