PeyamaKurd- Li ser hewldanên Amerîkayê yên dagirkirina Grondlanê, Fransayê ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîka xwest ku dest ji wê planê berde.
Wezîrê Darayî yê Fransayê Roland Lescure hişyarî da Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ku her hewldanek ji bo dagirkirina Gronlandê dê derbaskirina xeta sor be.
Roland Lescur da zanîn ku her destwerdana Amerîka li giravê wê têkiliya aborî ya Ewropayê bi Washingtonê re bixe xeteriyê.
Lescure wiha got: “Gronland beşek serwer û beşek jî Yekîtiya Ewropayê ye. Divê destwerdan lê neyê kirin.”
Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku ger Donald Trump êrîşî Gronlandê bike, wê Yekîtiya Ewropa neçar bimîne tedbîran bistîne.