Fransayê, pistgiriya xwe ji bo destwerdana leskerî ragihand

Fransayê, pistgiriya xwe ji bo destwerdana leskerî ragihand

PeyamaKurd- Rayedarên Fransayê, di derbarê gefa destwerdana leşkerî ya Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê yên li dijî Nîjer de daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Fransayê de hat dayîn de hat diyarkirin ku ew ê piştgiriyê bidin xebatên Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ên ji bo hilweşandina cûntaya leşkerî ya li Nîjerê.

Rayerdarên wezaretê bi rêya daxuyaniyê got, "Pêşeroj û aramiya Nîjerê, di bin metirsiyê de ye." 

Wezîra Karên Derve Catherine Colonna ku duh bi Serokwezîrê ji kar dûrxistî yê Nîjerê Ouhoumoudou Mahamadou re civiyabû, rewşa wî welatî gotûbêj kir.

Colonna got ku gefên destwerdana leşkerî ji aliyê welatên endamên ECOWAS-ê ve divê pir cidî bên dîtin ku heke cûntaya li Nîjerê daxwazên ku ew heta yekşemê desthilatê radestî hikûmeta hilweşandî bikin pêk neyne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin