PeyamaKurd – Li hember êrîşên Îslamîstên radîkal, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe bo Fransayê diyar kir û got, divê demildest êrîşên Îslamîstên radîkal werin rawestandin.
Donald Trump do ji ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: ‘‘Dilê me bi Fransayê re ye. Divê demildest êrîşên Îslamîstên radîkal ên terorîst werin ragirtin.’’
Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump, dewleta Fransa weke hevpeymanê herî kevn ê Amerîkayê wesif kir û da zanîn, ne Fransa ne jî welatekî din nikare beramber wan êrîşan bêdeng be.
Li bajarê Nice yê Fransayê, êrîşek Îslamîstên radîkal pêk hat û di encama wê êrîşê de 3 kes hatibûn kuştin. Li gor lêkolînan, di dema êrîşê de êrîşkaran kêr bikaranîne û dirûşmeyên “Allahû Ekber” gotine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin