PeyamaKurd – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 10ê Tîrmeha 2019an, bi seroktiya Mesrûr Barzanî dest bi kar kir û îro du sal ji ser Hikûmeta Nehem re derbas bû.
Mesrûr Barzanî di 10ê Îlona 2019an de weke Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo Kabîneya Nehem sonda yasayî xwar, tevî çendîn astengî û qeyranên darayî jî, ev nebû pirsgirêk li ber encamdana çaksazî û rêkxistina çavkaniyên dahatê, di ser hemûyan re jî rêkxistina bac û dahatên giştî û deriyên sînorî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çendîn boneyên cuda de di axaftinên xwe de destnîşan kir; tiştê ku wan kiriye, pabendkirina kompaniyan e ku çendîn sal in xwe ji bacê vedişêrin, niha hatine neçarkirin ku baca xwe bidin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye, êdî Herêma Kurdistanê çavkaniyên dahatê têne rêkûpêkkirin û êdî tenê pişta xwe bi dahata petrolê girê nadin, bi heman şêwe girîngî didin sektorên din jî, weke çandinî, veberhênan û avakirina kargehên cuda cuda.
Di vê çarçoveyê de, di nava du salên temenê Kabîneya Nehem de, çendîn kargehên mezin ji bo bazarkirina genimê cotkaran û deverên pîşesazî yên xurekê û kargehên firotina berhemên patatan hatin damezrandin, ew kargeh berê jî hatibûn damezrandin, lê xebata di nav wan de rawestiyabûn, careke din hatin aktîvkirin, weke kargehên ava firingiyan ên Herîr û Şarezûrê.
Aktîvkirina wan kargehan di çarçoveya stratejiya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku hêsankarî ji bo veberhêneran û xwediyên kargehan dike, bi taybetî jî ew kargeh berhemên cotkarên Kurdistanê werdigrin.
Mijareke din a ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her dem girîngî dide; veguhestin û rê û ban e, ku weke ew bi xwe dibêje, bingeha liv û tevgera bazirganî ye, ji bo vê jî heta niha çendîn projeyên stratejîk û mezin li Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin.
Sektora tendirustiyê yek ji sektorên cihê girîngiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Kabîneya Nehem bû, ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê ve li Herêma Kurdistanê, di gotareke xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Silametiya canê welatiyan û tendirustiya wan di ser her tiştî re ye û divê welatiyên me xwe ji vê vîrusê biparêzin.” Ji bo têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê, çendîn nexweşxaneyên nû li Herêma Kurdistanê hatin vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin