PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) baskê çekdarî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJKA) ya bi ser PKKê ve, îro 10ê Tebaxê ragihand, roja 7ê Tebaxa 2020 di êrîşeke Tirkiyê de li nav sînorê Şarbajêr ê parêzgeha Silêmaniyê, 7 gerîlayên wan û du kesên sivîl hatine kuştin.
YRKê da xuyakirin, êrîşên Tirkiyê li dijî wan zêde bûne û diyar kir ku ew li hember wan êrîşan bêdeng nabin û ew dê bersivê bidin.
YRK da xuyakirin: “Di nava çend rojên borî de dewleta Tirk du caran bi rêya balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek û balafirên şer ve êrîşên hewayî li ser gundên girêdayî qeza Maweta ya navçeya Şarbajêr pêkaniye. Êrîşa yekem roja 4’ê Tebaxê li ser gundê Gelale ya herêma Asosê pêkhatiye. Di encama wê êrîşê de agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye û beşek ji zewiyên gund di nava agir de şewtiye. Di wê êrîşê de tu ziyanek bi hêzên me negihiştiye. Her wiha 7’ê mehê jî dewleta Tirk a dagirker nêzîkê çiyayê Balûse ya ser sînorê herêma Şarbajêr bomenaran dike. Di wê êrîşê de yekîneyek ji hevalên me ku li ser erkê xwe bûn dibine armanca êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker. Di encama wê êrîşê de 7 hevalên me û du ciwanên welatparêz yên Başûrê Kurdistanê şehîd dibin. Em ê di demekî kurt de nasnameya hevalên xwe yê şehîd ragihînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin