PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Konferansa Asayîşê ya Munichê civiyan. Fuad Husên di civînê de diyar kir, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin.
Li gor zanyariyan, di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên da zanîn, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin û aramiya Iraqê bingeha aramiya navçeyê ye.
Herwiha Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar eşkere kir, girîng e hevahengiya ewlehiya me ligel Iraqê hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin