Kongreya Amerîkayê kete alarmê: Civîna senatoyê hat betalkirin!

Kongreya Amerîkayê kete alarmê: Civîna senatoyê hat betalkirin!

PeyamaKurd – Civîna li avahiya Capitol a Kongreya Amerîkayê ku biryar bû îro 4ê Adarê birêve biçe, ji ber îstixbarata êrîşekê hat betalkirin.

Rêveberiya polîsên Capitolê bi daxuyaniyekê ragihand, wan hin agahî bi dest xistine ku dibe îro komên çekdar êrîşî avahiya kongreyê bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsên Capitolê bi saziyên din ên ewlekariyê re dixebitin da ku gefên li dijî avahiyê rawestînin.

Çav li rê bû îro ji bo nîqaş û dengdana li ser qanûna polîsan senatoya Amerîkayê bicive. Beriya civînê endamekî Partiya Demokrat ragihand ku ji ber sedemên ewlekariyê hemû planên wan hatine guhartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin