Li Rojavayê Kurdistanê 131 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Li Rojavayê Kurdistanê 131 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê  û li herêmên Rêveberiya Xweser, 131 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên dawî yên vîrûsa Koronayê belav kir û diyar kir, 2 kesan li Hesekê bi Koronayê can dane.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, 131 kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 2 kes li Qamişlo, 12 kes li kobanî, 57 kes li Tebqayê, 28 kes li Reqayê, 15 kes li Dêrazorê, 14 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di nav 24 saetan de 9 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihiştiye 5841 kesan, ji wan 839 kes baş bûne û 149 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin