Ji ber pandemiyê 10 milyon kes bêkar dimînin

Ji ber pandemiyê 10 milyon kes bêkar dimînin

PeyamaKurd – Ji ber koronavirusê (Covid-19) li Tirkiyê rêjeya bêkariyê ji sedî 13an derket ji sedî 30î. Li gorî vê yekê hejmara bêkaran ji 10 milyon derbas kiriye.

Li gorî daneyên Sazîya Amaran a Tirkiyê (TUIK), beriya pandemiyê li Tirkiyê 4 milyon û 500 hezar bêkar hebûn lê niha tê texmînkirin ku ev hejmara bûbe 10 milyon.

Rêjeya bêjariyê ji sedî 100-120 zêde bûye û li rêjeya bêkariyê ji sedî 13an derket ji sedî 30î. Ev jî tê wê wateyê ku hejmara bêkaran ji 10 milyon derbas bike..

Herwiha li gorî daneyên odeyên pîşeyî, milyonek û 400 hezar kes ji ber qedexeya derketina derve û kesên ku temên wan di ser 65an de ye lê dixeibtin lê niha nikarin. 550 hezar kesên temên wan di navbera 15-17an de 500 hezar kes e.

Hêjayî gotinê ye ku di çarçoveya tevdîrên pêşî li ber girtina koronayê 23, 24, 25 û 26 Nîsanê li Tirkiyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin