Li 36 kampên Kurdistanê bi qasî milyonek koçber dimînin

Li 36 kampên Kurdistanê bi qasî milyonek koçber dimînin

PeyamaKurd -  Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku planeke nû hatiye amadekirin ji bo vegerandina penaberên navxwe yê Iraqê bo ser erd û zeviyên wan. Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku nêzîkî milyonek penaber li Herêma Kurdistanê hene.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê da xuyakirin, di serdana Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Îvan Cabir a Washingtonê de, ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiya ye û gotûbêj derbarê penaberên navxwe yên Iraqê de kiriye û ji şanda Amerîkayê daxwaza alîkariyê kiriye û ji ber ku rewşa penaberan ne baş e.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî hatiye kirin, alîkar bin ji bo penaberên navxwe yên Iraqê yên ji ber şerê DAIŞê ji cih û warên xwe derketibûn careke din vegerin ser erd û malên xwe.

Rêvebera Koç û Koçberên a Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl jî ji K24ê re eşkere kir ku heta niha hîn jî 928.674 penaberên navxwe yên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne û li nava 36 kampan bi cih bûne.

Sirwe Resûl da zanîn ku 374 hezar penaber li kampên Hewlêrê ne û yên din jî li kampên din hatine niştecihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin