PeyamaKurd – Aliyên şer ên Libyayê piştî du hefte bi ser civîna Misirê de çûn, îro 19ê Cotmehê li Cenêvê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî dest bi gereke nû ya danûstandinan dikin. Armanca civînên Cenevê gihîştina çareseriyeke giştî ya ji bo bidawîkirina şerê li Libyayê ye.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên artêşa Lîbyayê ji tora Erebiyê re eşkere kirine, dê di civîna Cenevê de, pêkanîna agirbestê di navbera her du aliyan de, danîna planeke hevbeş ji bo jihevxistina komên çekdar li seranserê welêt, lihevkirina li ser herêmên Sirte û Cefra û hiştina wan wekî herêmên bê çek û rûberên bi ewle werin gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyan di civînan de pirsa herî mezin derxistina çekdarên biyanî ji Lîbyayê ye ku di civînên berê de lihevkirin li ser nehatibû kirin. Derxistina hêzên biyanî wekî şertê sereke yê rêkeftina herdu aliyan tê nîşandan ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku çekdarên Sûrî şandine Libyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin