PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esad li ser îdîayên Welatên Rojavayî ku dibêjin artêşa vî welatî ji çekên kîmyayî sûd wergirtiye, wek derew da zanîn û destnîşan kir ku Amerîkî derewan dibêjin û êriş dikin.
Li gor nûçeya ajansa IRNAyê, Serokê Sûriyê Esad di gotûbêja xwe ya ligel telivîzyona NTV a Rûsyayê bal kişande ser vê yekê ku li welatê wî çek û sîlahên kîmyayî tune ne û destnîşan kir: Welatên Rojavayî senaryoke derewîn a sûdwergirtina Şamê ji çekên kîmyayî derxistiye, da kû êrîşa xwe ya li ser axa Sûriyê qanûnî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin