"Sebebê Surûcê Muharrem Înce ye"

"Sebebê Surûcê Muharrem Înce ye"

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: "Ez bi eşkeretî dibêjim. Sebebê bûyera li Sirûca navçeya Şanliurfayê Muharrem Înce ye. Ev eşkere ye. Navê wê nêrîna ku rû dide wan, wan ji siyasetê diqetîne û berê wan dide tundiyê Muharrem Înce ye."

Suleyman Soylu di ziyareta Serokatiya Beşîktaşê ya AKPê da mijarên li rojevê nirxand û der barê bûyerên ku li Surûca navçeya Rihayê qewimîn da wiha got:

"Mixabin di bûyerê da kesekî Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AKPê hat şehîdkirin. Hûn jî dizanin ku PKKya rêxistina terorê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dema zemînê dide der serî li tundiyê dixe. Çiqasî ji gel dûr bikeve serî li tundiyê dixe. Bi eşkeretî her tişt li holê ye. Dema ku gel rû nede, piştgiriyê nede wan, bi wan ra tev negere, partiya me li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo gel gava biavêje PKK dîn û har dibe. PKK li wê derê qaşo siyasetmedarên xwe bi tundiyê derdixe holê."

Wezîr Soylu got eşkere ye ku mesele çi ye û wiha pê da çû: "Min dîmen jî temaşa kirin. Parlementerê me diçe ziyareta esnafan. Dema diçe ziyaretê bi bertekeke mezin ra rûbirû dimîne. Li ser bertekê dema hewl dide bê deng û bê his ji dikanê derkeve kulmê diavêjin hevalê li pişta wî. Xwedê parlementerê me mihefeze kiriye. Paşê jî bûyera mezin derdikeve. Mesele tê vê astê. Merivê li wê derê bi eşkeretî dibêje 'Ez PKKyî me tu bi çi rûyî tê vê derê.' Ya rastî bûyer tê vê astê."

Soylu got aliyekî din ê vê bûyerê jî heye û wiha dewam kir "3-4 roj beriya vê bûyerê namzedê parlementeriyê yê di rêza 6an da çend cara vê dibêje. Nîqaşa di navbera parlementerê me û Osman Baydemir a li Meclisê da wekî mînak dide û dibêje 'Em ê hesabê wê bipirsin.' Pervîn Buldana hevseroka wan dibêje 'Em ê hesabê hevalên me xwe yên ketin binê axê ji îqtidara AKPê bibirsin.' Siyaseteke rikdarî çêbûye. Siyaseteke bêbext. Siyaseteke ku bi tevahî ji PKKyê ra bûye xulam bi demokrasî û siyasetê ra têkiliya wê tune."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin