Hefter: Emê Tirkiyê ji Libyayê derxin

Hefter: Emê Tirkiyê ji Libyayê derxin

PeyamaKurd – Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand, ew dê artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wan ji Lîbyayê derxin.

Hefter di şahiya bidawîkirina perwerdeya beşeke nû ji serbazên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê de got ku Tirkiyê gefan li yekîtiya Lîbya û aramiya herêmê dixwe û bi rêya leşkerî destwerdana Lîbyayê dike ligel hikumeta Wîfaqê ya ku serweriyê li Terablusê dike.

Hefter hişyarî da Tirkiyê ku hewl dide serweriya xwe li ser dewlemendiyên Libyayê ferz bike û got, artêşa wan wê nehêle ev rewş bibe derfet ku çekan û çekdaran bîne.

General Hefter herwiha soz da ku ew ê têkoşîna li dijî êrîşên Tirkiyê li Lîbyayê bidomînin û artêşa Tirkiyê ji Lîbyayê derxin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin