PeyamaKurd - Namzedê CHPê bo Serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce got: "Em li rastgirî û çepgiriyê nanêrin. Li sergirtîbûn û servekirîbûnê temaşe nakin. Derdekî me yê wisa tuneye. Tenê qabiliyet, liyaqet û ehliyet bo me muhîm e. Emê bilindbûna di kamûyê de wek qabiliyet destnîşan bikin."
Înce li bajarê Duzceya Tirkiyê axivî û li ser projeyên xwe yên di serokkomariyê de nirxandin kirin.
Înce li ser maf û azadiyan, demokrasî û îfadekirina bîr û baweriyê de got:
"Em li rastgirî û çepgiriyê nanêrin. Li sergirtîbûn û servekirîbûnê temaşe nakin. Derdekî me yê wisa tuneye. Tenê qabiliyet, liyaqet û ehliyet bo me muhîm e. Emê bilindbûna di kamûyê de wek qabiliyet destnîşan bikin."
Înce wek din got dê her sal 10 hezar xwendekarî bişînin derveyî welêt û salê du caran bûrsê bidin xwendekaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin