ICRC: Bi sedan zarokên DAISê di girtîgehên mezinan de dimînin

ICRC: Bi sedan zarokên DAISê di girtîgehên mezinan de dimînin

PeyamaKurd - Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) di raporeke xwe de ragihand ku bi sedan zarok di zîndanên mezinan ên Rojavayê Kurdistanê de girtî ne.

Xaça Sor daye xuyakirin, piraniya wan zarokan ji Kampa Holê ya li Hesekê bo zîndanên mezinan hatine veguhestin.

Rêveberê Rojhilata Navîn ê Xaça Sor Fabrizio Carboni di civîneke rojnamevanî de ragihand, bi sedan zarok ku piraniya wan kurik in û hin ji wan 12 salî ne, di zîndanên mezinan de girtî ne, ew girtîgeh jî ji bo wan ne guncaw e.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî bang li welatan kir ku welatiyên xwe yên malbatên DAIŞê, ji Kampa Holê werbigirin û li gorî yasayên navdewletî, proseya hevgirtina malbatê pêk bînin.

Li Kampa Holê li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 60 hezar kes dimînin ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Kampa Holê wekî kampa herî metirsîdar a ser asta cîhanê tê zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin