Galant: Yan em ê bi ser bikevin an ew ê bi ser bikevin

Galant: Yan em ê bi ser bikevin an ew ê bi ser bikevin

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant got ku êrîşên li ser Xezayê dê tundiya xwe kêm neke û got ku ‘Şer dê dirêj be û yan em ê bi ser bikevin an ew ê bi ser bikevin.’

Yoav Galant di daxuyaniya xwe de bal kişand ku tevî biryara 'agirbesta mirovî' ya ku di Neteweyên Yekbûyî de bi piraniya dengan hatiye girtin, ew ê tundiya êrîşên li dijî Xezayê kêm nekin.

Galant got ku “Duh şer derbasî qonaxeke nû bû û Hamasê ji ya ku berê nedîtibû zêdetir lêdan. Îsraîl hemû hewilên xwe dide ku kesên dîlgirtî paşve vegerîne.

Em çiqasî tundtir li Hamasê bixin, siûda me ji bo gihîştina çareseriyekê ku dê mirovên dîlgirtî vegerîne, baştir dibe. Artêşa Îsraîlê li hemû eniyan ji bo şer amade ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin