Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîka de dertên, dozgerê taybet Mueller ku lêpirsîna di derbarê Rûsya-Trump de dike, navê Dûbaiyê jî xiste nav lîsta xwe.
Li ser gotinên ku Rûsya bo hilbijartina Amerîkayê ya sala 2016an mudaxele kiriye, dozgerê taybet yê ku lêpirsîna mijarê dimeşîne, niha jî li ser gotina ku “Emarat pere şandiye Amerîkayê”, lêpirsîna xwe dewam dike.
Mueller, di çarçova lêpirsîna xwe de, kesê ku îfadê wî girtiye George Naderê Lubnaniye ku ew bi xwe hemwelatiyê Amerîkaye. Hat ragihandin ku bi taybetî piştî Trump hat ser hilbijartin, piştî demeka kurt Nader li ser hev Qesra Sipî ziyaret kiriye û bi şêwirmendê Trump yê kevin, bi Steve Bannon û zavayê Trump ku hem şêwirmendê wî ye re hevdîtinan kiriye.
Rojnama New York Times ya Amerîkî ragihand ku di hilbijartinan de bo kampanyayên Trump destek bikin û alîkariya maddî bikin, Elliott Broidy ku di heman demê de li Emarata sermaya wî heye, tê gotin ku notên sirrî yên Qesra Sipî ku di wan de metnên hevdîtinên taybet jî hene, daye George Nader.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin