PeyamaKurd- Bloombergê ragihand ku serokê Amerîkayê Trump dixwest dorpêçên ser Îranê sivik bike lê şêwirmendê netewî yê Koşka Sipî John Bolton li dijî fikra Trump derket û Trump Bolton ji kar derxist. Li gor nûçeyê roja duşemê li ofîsa Trump civînek çêbû û Trump pêşniyar kir ku heya dawiya mehê dorpêçên ser Îranê sivik bikin da karibin bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re hevdîtin bikin.
Hat ragihandin ku wezîrê Xezînê yê Amerîkayê piştgiriyê da Trump lê Bolton bi tundî li hemberê Trump derketiye. Bi vê sedemê û sedema fikren cuda yên di derbarê Venezuelayê de, Trump destê Bolton ji kar vekişandiye.
Piştî vê bûyerê tê gotin ku bo civîna Neteweyên Hevgirtî ya di dawiya mehê de amadekariya civîna Trump û Hesen Rûhanî têkirin. Aliyê Îranê bo civînê erê kiriye an na, nayê zanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin